Reuters’ê îro Çarşemê ragihand ku çekdaran vê sibê li parlamentoya Îranê ya li Tehranê û li tirba Ayetullah Xumeynî ya li başûrê wî bajarî du êrîş li dar xistine.
Çavkaniyên berpirsên hikûmeta û mediya Îranê ragihandin ku hejmara qûrbaniyên êrîşan gihane 12 kesan, piştî ku destpêkê hind ajansan dabûn zanin ku 7 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî dîl hatine girtin. Di êrîşa liser gora Xumeynî pêkhatî dîsan, jimarek kes birîndar bûne.
Elîas Hazretî yê parlementer dîyar kir ku 3 kes li meclîsê êrîşa çekdarî li dar xistîye. Parlementerekî din jî ji Ajansa Mîzan re da zanîn ku êrîşvan hatine girtin.
Bi qasî du demjimêr piştî êrişa parlementoyê, çekdarekî li ser tirba Xumeynî gule reşand derdora xwe û piştre jî xwe peqand.
Reuters dide zanîn ku agahîyên ji Tehranê tên hîn tam piştrast nekirine.