Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA Piştrast Dike ku Îran Sentirfujên Nû bi Cîh Dike


Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY îro Duşemê ragihand ku vekolerên wê piştrast kiriye ku Îran sentirfujên pêşketîtir bi cîh dike ku bo zelalkirina uranyumê dikare were xebitandin.

Daxuyanîya Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî got ku di nav alavên cîhkirî de jimareke sentirfujên ku di peymana navokî de hatibûn qedexe kirin jî hene.

Piştrastkirina pêngava nû ya Îranê, çend roj piştî daxuyanîya fermî ya Tehranê tê ku welatên Ewrupî bi tundî rexne dike ku xwedî li peymana navokî dernakevin.

Îranê, berê jî biryar dabû ku nema bi lîmîta dewlemendkirina uranyumê ya peymana navokî pêbend be û wê lîmîtê zêde bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump ji peymana navokî ya navnetewî ya ligel Îranê vekişîbû û biryara jinûve anîna toleyên dijî Îranê dabû.

XS
SM
MD
LG