Medyaya Îranê îro Înê ragihand ku li eyaleta Azarbeycana Rojava ya welêt çar kes bi tawana çalakîyên sabotajê yên ku girêdayê ajansa îstixbaratê Mossad ya Îsraîlê hatine darve kirin.
“4 endamên tîmeke sabotajê ya girêdayê rejîma zayonîst îro danê sibê piştî pêjavoyên qanûnî hatin darve kirin,” Ajansa Mîzan ya dadwerîya Îranê got.
Ajansê dîyar ku çar kesên hatine darve kirin bi fermana karbidestên Mossadê ewlekarîya Îranê dikir armanc.
Ajansa nîvfermî ya nûçeyan Tasnim nasnameya 4 kesan wek Vafa Hanareh, Aram Omerî, Rehman Parhazo û jina bi navê Nesîm Namazî dîyar kir.
Tasnimê ragihand ku şeş kesên din jî di heman dozê de têne darizandin, lê ne dîyar e ka ewê jî cazayê darvekirinê werbigirin yan na.
Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA jî vîdyoyek weşand, tê de 3 mêrên hatine darvekirin dibêjin ew bi karbidestekî Mossadê yê li Tirkîyê di nava hevkarîyê de bûn.
Li gor medyaya Îranê, hemû 10 kesên di dozê de, bi karbidestên Mossadê re di peywendîya vîdyoyî de bûn û wan otombîl û malên kesên girêdayê dezgeha ewlekarî dişewitandin û ji sîxûrên Mossadê beramber şandina wêneyan pere werdigirtin.
Îranê bi darvekirinên îro di vê mehê de bi giştî 5 kes bi tawana sîxûrîya bo Îsraîlê darve kirin. Îran, Îsraîlê bi êrîşên ser xebatên Tehran yên navokî tawanbar dike. Lê Îsraîl ticarî bi awayekî vekirî pênasîna vê yekê nekiriye.
Jêder:Reuters