Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamana Îranê Jibo Hilbijartinên Serokomarîyê Serlêdana Xwe Kir


Serokê parlemena Îranê Mihemed Baqir
Serokê parlemena Îranê Mihemed Baqir

Serokê parlamana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro Duşemê ragihand ku wî serlêdan kirîye ku di hilbijartinên 28’ê Hezîranê bibe berbijarê serokomarîya welat.

Li Îranê wê di 28’ê Hezîranê hilbijartinên pêşwext yên serokomarîyê werin darxistin, piştî mirina Serokomar Îbrahîm Reîsî di ketina helîkopterê de.

Qalîbaf fermendarekî berê yê Hêza Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranê ye, berîya niha du caran wek berbijarê serokkomarîyê beşdarî hilbijartinan bûbû; lê ti serketineke baldar bi dest nexistibû û dora sêyê jî vekişîna xwe ragihandibû ku dengên konservatîf perçe neke.

Qalîbaf ku hefteya borî carek din wek serokê parlamê hat hilbijartin, îro piştî serlêdana jibo berbijarîya serokomarîya Îranê ji rojnamevanna re axifî.

Serlêdana jibo berbijarîya serokomarîya Îranê do Pêncşemê destpê kir û ewê heya 3’ê Hezîranê bidome.

Qalîbaf belgeyên jibo berbijarîya serokomarîyê îro pêşkeşê Civata Parêzvanan kir, di roja dawî ya jibo serlêdanan ku wek pênc roj hatibû dîyar kirin.

Civatê Parêzvanan tê tawanbar kirin ku aligirîya berbijarên konservatîf dike û wê serlêdanên berbijarên aligirên siyaseta nermdar red bike.

Gelek siyasetvanên navdar ji serlêdan kirine; ku di nav de serokê berê yê konservatîf Mahmûd Ehmedînejad, û serokê berê yê parlemanê Elî Larîcanî ku konservatîf û hevbendê rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ye, jî hene.

Karbidestekî hilbijartinê ji rojnamevanan re got ku 59 hêvî heta nîvro belgeyên xwe yên jibo berbijarîya serokomarîyê pêşkeşê Civata Parêzvanan kirine.

Divê hemû berbijar ji alîyê Civata Parêzvanan ya bi 12 endamî ya Îranê ve werin pejirandin, lîjneyek ku ji mela û hiqûqzanan pêk tê û di bin kontrola Xamineyî de ye.

Loma, Civat wê piştî 3’ê Hezîranê ya îro berbijarên serokomarîyê yek bi yek binirxîne û di nav 10 rojan de lîsteya xwe ya dawî ya berbijaran eşkere bike.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG