Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ewrupî Gefên Îranê bi Tundî Red Dikin


Rêberên Ewrupî bi daxuyanîyeke hevbeş îro Pêncşemê gefên Îranê bi tundî red kirin ku jinûve destpêkirina programa navokî kiribû.

"Em hemî cure gef û ultîmatuman red dikin û emê ji nêz ve pêbendbûna Îranê ya bi peymana navokî ya bi hêzên cîhanê bişopînin," Yekîtîya Ewrupa û wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya di daxuyanîya hevbeş de got.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Çarşemê gotibû ku Tehran plankarîya rakirina astengên pêş bernameya xwe ya navokî dike û ji peymana navokî derkeve.

“Îran wek bersîvdana toleyên nû dê dest bi dewlemendkirina uranyumê bike, ger hêzên cîhanê di nav 60 rojan de Îranê ji wan tole û cezayên nû neparêzin,” Ruhanî gotibû.

XS
SM
MD
LG