Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bo Peymana Navokî Bang li Welatên Ewrupa Dike


Îran bang li Ewrupa kir ku peymana navokî ya sala 2015’an ji pûçbûnê bifilitîne.

Jiber ku Amerîka dîyar dike ku ewê bi kompyanîyên ku Tehranê re dixebitin kar neke, tevî endamên Yekîtîya Ewrupa (YE), Brîtanya, Fransa û Almanya, Çin û Rûsya jî di astengkirina pûçbûna peymanê de zehmetîyan dikişînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasemî di preskonferansekê de da zanîn ku endamên YE’ê û dewletên din hewil didin ku peymanê ji pûçbûnê rizgar bikin, lê peyvajoya wê bi awayekî giran pêşde diçe.

Qasemî bang li Ewrupa kir ku bo rê li ber pûçbûna peymanê bigirin, lezê bidin xebatên xwe.

Washingtonê di meha Tebaxê de dijî Îranê toleyên nû ragihandibûn.

Tehranê piştî toleyan dabû zanîn ku hin kompanîyên mezin yên wek Totalê ji Îranê bi awayekî fermî vedikişin.

XS
SM
MD
LG