Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Kredîya Yekîtîya Ewrupa Red Kir


Îranê alîkarîya madî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) red kir.

YE, bi şertê ku li gor peymana navokî tevbigere xwestibû ku 15 mîlyar dolar bide Îranê.

Ew pêşnîyaz ji alîyê Fransa ve hatibû pêşkeş kirin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî da zanîn ku li gor wan lihevkirina bi Ewrupa re zor e.

Ruhanî dîyar kir ku bo Ewrupa berpirsîyên xwe bi cîh bîne hîn du meh li pêş wan hene.

Serok Donald Trump, Amerîka par ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû.

Îran, li hember toleyên Amerîka bang li welatên Ewrupî dike ku berevanîya wê bikin.

XS
SM
MD
LG