Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ser Rakirina Toleyan Bernivîsan Pêşkeşî Hêzên Ewrupî Dike


Alî Bagherî Kanî
Alî Bagherî Kanî

Ajansa nûçayan ya Reutersê ragihand ku Îranê ser rakirina toleyan û lihevkirina navokî du bernivîs pêşkeşî hêzên Ewrupî yên di peymana navokî de kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê danûstandinêrê payabilind yê Îranê Alî Bagherî Kanî ragihand.

Alî Bagherî Kanî ji rojnamevanan re dîyar kir ku wan bernivîs dane karbidestên Ewrupî û ger ew bixwazin danûstandinê bidomînin ew bo wê li Vîyana ne.

Dîplomatekî Ewrupî yê li Vîyana piştrast kir ku bernivîs hatine ber destên wan.

Ew ragihandin di roja çaran ya danûstandinên ne rastexwe yên Amerîka û Îranê de çêbû.

Danûstandinên ne rastexwe yên Washington û Tehranê piştî Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hatibû hilbijartin di meha Hezîranê de rawestîbûn û li dû pênc mehan roja Duşemê jinûve destpê kiribûn.

Li gor peymana navokî, Tehranê li hember rabûna toleyên Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) sînor dabû ser bernameya xwe ya navokî.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018’an de ji peymana navokî vekişandibû û Îranê jinûve dest bi binpêkirina sînorên peymanê kiribû.

XS
SM
MD
LG