Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Rewişa Îranê ya Ser Çêkirina Çekên Navokî Fikaran Çêdike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Qesira Sipî ketiye fikaran ku Îran di nav çend hefteyan de çekên navokî çêke.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki ragihand.

Psaki da zanîn ku rewişa Îranê ya bo çekên navokî wan dixe fikaran.

Wê dîyar kir ku Îran dikare di kêmtir ji salekê de çekên navokî çêke û ew rewiş bo wan fikaran çêdike.

Hêzên cîhanê di sala 2015’an de bi Îranê re peymana navokî îmza kiribûn, lê Amerîka di sala 2018’an de li ser biryara serokê wê demê Donald Trump ji wê peymanê vekişîbû.

Trump bi vekişîna ji peymanê re dijî Îranê toleyên berfireh ragihandibûn ku ji wê çaxê vir ve Tehran dibêje ew naxwaze li gor peymana navokî tevbigere.

Ew demek e hêzên cîhanê û karbidestên Îranê li Vîyana ser vejandina peymana navokî danûstandinê dikin, lê hîn ti lihevkirin çênebûye.

XS
SM
MD
LG