Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Piştrast Nake ku Paşmanîyên Firoka Ketî Hatije Dîtin


Medya dewleta Îranê ragihand ku paşmayîyên firoka Îranî, ku bi 65 rêwîyên xwe ketibû xwarê, li herêma navenda ya Îranê hate dîtin, lê karbidestên esmankarî nekarîn ew agahî piştrast bikin.

Firoka kompanya Aseman, piştî ku ji Tehranê diçû bajarê Yasuj ya başûr, ji radarê hinda bûbû û careke din ti agahî ji wê nehatibû bihîstin.

Karbidestan bawer dikin ku firok li herêmên çîyayî, li nêzî bajarokê Semirom ket xwarê û ti kesên nav firokê nefilitîne.

Medya Îranî ji zarê cîgirê walîyê istana Kugiluyî û Buyer-Ahmad ragihand ku perçeyên firokê li nêzî bajarê Dengezlu li herêma Semirom ya istana Îsfahan hatine dîtin.

Demeke kin piştî wê daxuyanîyê, sazêya esmankarîya sîvîl ya Îranê got ku ew nikare dîtina paşmayîyên balafira gêrbûyî piştrast bike.

Karbidestên Îranî herwiha bal kişand ku jiber hewaya cemidî û hebûna şîyayên bilind, hewilên lêgerîn û rizgarkrinê nikarin werin kirin,

XS
SM
MD
LG