Ajansa Reutersê ji zarê rojname û rûniştvanên xwecîhî û radigihîne ku hikûmeta Îranê îro Pêncşemê careke din dest bi pêşkêşkirina xizmetên înternetê li Tehranê û jimareke bajarên din kir.
Îranê wek tedbîra pêşîgirtina xwepêşandanên dijî hikûmetê, ku zêdekirina nirxê şewitê protesto dikirin, li eranser welêt înternet qut kiribû ku agahî ji hindurê Îranê dernekevin.
Nobedarên Şoreşa Îranê ragihand ku rewşa li seranser Îranê vegerîye asta normal. Televîzyona dewletê jî rexne li daxuyanîya Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) girt ku kuştina pirtir ji 100 xwenîşanderan ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve ragihandibû.
“Raportên Amnesty bê bingeh in. Înternet jî gav bi gav li seranser welêt tê aktîf kirin,” ajansa Fars ya nîvfermî ji zarê karbidestên bênav ragihand.
Ajansa Fars bi berdewamî got ku Civata Ewlekarîya Netewî ya Îranê biryara daxistina înternetê da û heman sazî ferman da ku li istanên Hurmuzgan, Kîrmanşah, Arak, Meşhed, Qûm, Tebrîz, Hemedan û Buşehr û li hîn beşên Tehranê xizmetên înternetê careke din destpê bikin.
Lêxweşbûna Navnetewî Sêşemê ragihandibû ku di xwepêşandanên Îranê de heta nih pirtir ji 100 xwenîşander li 21 bajarên wî welatî hatine kuştin, lê îhtîmal e ku ew hejmar hîn zêdetir be.
Serokê Îranê Hesen Ruhanî jî Çarşemê gotibş ku wan hember hêzên bîyanî serketin bi dest xistiye û xwepêşandanên nerazîbûnê bi dawî anîye.