Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê bo Mirîyên Şerê bi Îraqê Merasîmeke Girseyî Dar Xist


Dîmeneke ji merasîmeke cenazeyê ya bo qurbanîyên şerê Îran û Îraqê (Arşîv)
Dîmeneke ji merasîmeke cenazeyê ya bo qurbanîyên şerê Îran û Îraqê (Arşîv)

Li Îranê îro Pencçemê bo 250 qurbanîyên şerê Îran û Îraqê piştî 35 salan merasîma cenazeyê hate darxistin û bi hezaran kes derketin kolanên paytext Tehranê û bajarên din.

Bermahîyên termên leşkerên ku di van demên dawî ji qadên şer yên berê hatine derxistin li paytext Tehranê hatin hildan û gelek cenaze jî hatin şandinê gelek heremên din yên Îranê.

Îran û Îraq carcaran termên mirîyên şer yên ku ji heremên sînorî yên şerên mezin di salên 1980'an de berdêl dikin. Lê, merasîma îro wek bûyera herî mezin ya bi wî rengî ya di salên dawî de bal kişand.

Pispor dibêjin ku merasîmeke bi wî rengî bo welatekî di derbarê şerê hovane ku ji her du alîyan mîlyonek kes kuşt,wek bîranîneke tê nirxandin jî, hevdem hêza tundrewên Îranê jî nîşan dide; di demekê de ku dîplomatên wî welatî li Vîyana bo danûstandinan ser vejandina peymana navokî dimeşînin.

XS
SM
MD
LG