Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Îraqê Dixwaze Serhildayên Kurd Dersînor Bike


Wezîrê Derve yê Îranê Zarîf û yê Îraqê Hisên
Wezîrê Derve yê Îranê Zarîf û yê Îraqê Hisên

Berpirsê sazîya ewlekarîya neteweyî ya Îranê Elî Şamxanî îro Sêşemê got ku divê Îraq serhildayên Îranî dersînor bike.

"Em bang li hikûmeta Îraqê dikin ku jibo dersînorkirina van koman ji Kurdistana Îraqê gavên xurttir bavêje da ku Îran neçar nebe ku li dijî van terorîstên çekdar pîvanên pêşîgirtin bigire," Şamxanî got.

Medyaya dewleta Îranê ji zarê Şamxanî ragihand ku wî bang li Îraqê kiriye ku serhildêrên Îranî ji Kurdistana Îraqê dersînor bike û ger ne, Tehran wê dijî komên çekdar gavan bavêje.

Ajansa nûçeyan ya dewletê IRNA ragihand ku Elî Şamxanî, berpirsê sazîya ewlekarîya neteweyî ya Îranê di derbarê mijarê de axifîye.Îranê di demên berê de komên çekdar yên opozîsyona Kurd yên ku li bakurê Îraqê dimînin, bi piranî li heremên ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) ya nîv-xweser de ne, topbaran kiribû.

Şamxanî yê ku di dema hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Fuad Husên re, ev daxuyanîya da, navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) destnîşan nekir.

Li ser sînorê Îranê û bakurê Îraqê gelek caran di navbera hêzên ewlekarîya Îranê û komên çekdar yên Kurd de pevçûn derdikevin.

Di nava rexistinan de wek Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) û Partîya Jîyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) hene.

XS
SM
MD
LG