Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Top û Tankan li Ser Sînorê Herêma Kurdistanê Cîh Dike


Leşkerên Îranî li ser tankekê
Leşkerên Îranî li ser tankekê

Karbidestekî Kurd ji Reuters’ê re ragihand ku Îranê îro Duşemê nêzî 10 tank û jimareke top anîne ser sînorê Herêma Kurdistana Îraqê.

Çavdêr dibêjin ku anîna wan top û tankan, amadekarîya hîndarîyeke leşkerî ya hevbeş e, ku Îran û hikûmeta navendî ya Îraqê, wek bersîvdana referanduma serxwebûnê ya Kurdên Îraqê pêk tînin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, dîyar kir ku tankên Îranî ji alîyê Kurdistanê vê dikarin têne dîtin.

Televîzyona dewleta Îranê roja Şemî ji zarê berdevkekî leşkerî ragihandibû ku Îran û Îraqê hevbîr bûne ku parastina sînor misoger bikin.

Televîzyonê herwiha ragihandbû ku “Îran amade ye hêzên Îraqî qebûl bike ku li ser derbazgeha tixub werin cîh kirin”.

XS
SM
MD
LG