Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Îsraîlê ya Ser Îranê Bertekên Navnetewî Çi Rengî Ne?


Li ser nexşeya Rojhilata Navîn, cîhê Îran û Îsraîlê
Li ser nexşeya Rojhilata Navîn, cîhê Îran û Îsraîlê

Piştî ku ji alîyê gelek çavkanîyan hat ragiand ku Îsraîlê îro Înê êrîşên esmanî biriye ser Îranê gelek welatan daxuyanî da.

Îranê heya niha rasterast dîyar nekiriye ku Îsraîlê ev êrîş pêk anîye û Îsraîlê jî bi fermî berpirsîyarîya êrîşê ranegihandîye.

Hin ji wan bertekên navneteweyî ji daxuyanî û peyamên fermî yên li ser medya civakî bi vî rengî ne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres:

"Êdî dem hatiye ku çerxa metirsîdar ya tolhildanê li Rojhilata Navîn were rawestandin. Sekreterê Giştî her kiryareke tolhildanê şermezar dike û bang li civaka navneteweyî dike ku bi hevre bixebitin, bi armanca pêşîgirtina li rûdaneke din, ku wê bibe sedema encamên wêranker jibo tevahiya herêmê û derveyê heremê."

Seroka Komîsyonê Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula Von Der Leyen:
"Pêwîst e ku herêm aram bimîne û hemû alî xwe ji çalakîyên zêdetir bi zelalî dûr bisekinin."

Wezîrên Derve yên Koma G7:
"Em bang li hemû alîyan dikin ku jibo pêşîgirtina li zêdebûna alozîyê bixebitin. G7 wê ji bo vê yekê xebatên xwe bidomîne."

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak:
" Rageşîyek mezin ne di berjewendîya ti kesî de ye. Tiştê ku em dixwazin bibînin ew e ku aramî li herêmê serwer be."

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz:
"Kêmkirina alozîyê wê wek rojeva serekî ya di dema pêş be. Emê jî li ser vê yekê bi hemû dost û hevbendên xwe re biaxifin û bi wan re di vî warî de bixebitin."

Alîkarê Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot:
"Fransa bang li tevahîya aktoran dike da ku rageşîyê kêm bikin û ragirtinê bikin."

Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî :
"Wezareta derve, girîngîya çareserkirina kêşe û qeyranên berdewam li herêmê destnîşan dike, bi armanca kêmkirina alozîyan, herwiha çareserkirina kêşeyan bi dîyalog û rêyên dîplomatîk, û jibo pabendbûna bi serweriya hiqûq û rêzgirtinê, jibo cîhanîna Peymana Neteweyên Yekbûyî."

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Safadî:
"Em ser xeterîya alozîya li herêmê hişyarîyê didin. Em hemû kiryarên ku herêmê dikşînin nava şer şermezar dikin. Divê bertekên Îsraîl û Îranê bi dawî bibin. Şerê nemirovane yê li ser Gazza divê êdî bi dawî bibe. Divê bala cîhanê li ser bidawîkirina êrîşa felaket ya ser Gaza bimîne."

Wezîrê Derve yê Rûsya Lavrov:
"Di navbera rêberên Rûsya û Îranê, nûnerên me û Îsraîlê de peywendîyên ser telefonê pêk tên. Me di van hevdîtinan de bi awayekî zelal eşkere kir, me ji Îsraîlî re got ku Îran alozîyê naxwaze."

Wezareta Derve ya Tirkîyê:
"Her roj zêdetir eşkere dibe ku alozîya destpêkê yên ku jiber êrîşa dijqanûnî ya Îsraîlê ser balyozxaneya Îranê li Şamê, xeterîya şerekî mayînde çê dike. Em bang li hemû alîyan dikin ku xwe ji her gaveke ku wê bibe sedema pevçûnek berfirehtir, dûr bisekinin."

Hikumeta Japonya:
"Japonya jiber rewşa Rojhilata Navîn pir xembar e û her kiryareke ku bibe sedema alozbûna rewşê bi tundî şermezar dike. Japonya wê jibo rêgirtina li ber xirabtirbûna rewşa hêyî, hemû hewlên dîplomatîk yên pêwîst bidomîne."

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê:
" Çîn li dijî her kiryarekê ye, ku piştî êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê, li Rojhilata Navîn alozîyê zêde bike. "

Berpirsê Hamasê Samî Eb û Zuhrî:
"Em bang dikin ku dijî şerê jenosîdê yê li Gaza û belavbûna li herêmê, asta dijî dagirkerîya (Îsraîl) were berfireh kirin."

XS
SM
MD
LG