Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Lehîyên Malwêran 70 Gund li Îranê Hatin Vala Kirin


Hikûmeta Îranê îro Sêşemê biryar da ku, jiber zêdebûna metirsîya lehîyan, 70 gundên istana Xuzîstan ya başûrê rojavayê welêt werin vala kirin,

Ajansa Reutersê ji zarê rêvebirê devera Şuşê ragihand ku gundên valakirî li nêzî çemên Dez û Karxah in.

Di lehîyên nav du hefteyên borî de, bi kêmî ve 47 kes li Îranê hatine kuştin û li gelek hermên wî welatî rewşa awarte berdewam dike û bi deh hezaran kes bê cîhûwar in.

Karbidestên Îranî di xemê de ne ku baranên boş dikarin zararên mezin li ser bendavan bikin û bibin sedema malwêranîyên mezin.

Hîjayî balkişandinê ye ku karbidest hişyarî didin hemwelatîyan ku ji robar û bendavan dûr bisekinin.

XS
SM
MD
LG