Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cewad Zarîf ji Posta Cigirtîya Serok Vekişî


Medya dewletê îro Duşemê ragihand ku wezîrê derve yê berê yê Îranê Mihamed Cewad Zarîf, ku ser peymana navokî ya 2015’an bi hêzên cîhanê re danûstandin kiribû, ji posta cîgirtîya seroktîyê vekişîye.

"Nameya karvekişînê ya Zarîf ji alîyê Serok Mesûd Pizîşkîyan ve hatiye wergirtin, lê wî heta niha ti bersîv nedaye," Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA got.

Zarîf wek cîgirê serokê Serok Îranê Mesûd Pizîşkîyan yê karûbarên stratejîk kar dikir.

Zarîf roja Duşemê li ser X’ê di şeş mehên borî de ew û malbata wî rûbirûyê gefan mane.

"Di şeş mehên borî de û heya ji nava hikûmetê de jî, ez û malbata xwe rastî heqaret, buhtan û gefên herî xirab hatin, min çil salên herî tal yên di xizmeta xwe de derbaz kir, lê min bi hêviya xizmetkirinê berdewam kir.

Wî dîyar kir ku serokê dadwerîyê jibo pêşîkirina zextên zêdetir li ser hikûmetê karvekişîna wî pêşnîyar kiriye û wî jî demûdest ew qebûl kir.

Zearîf di navbera 2013 û 2021’an de, di hikûmeta serokomarê nermrê Hesen Rûhanî de wdîplomatekî payebilind yê Îranê xebitî.

Ew di dema danûstandinên dirêj yên jibo peymana navokî ya 2015’an de ku bi fermî wek Plana Berfireh ya Çalakîya Hevbeş (JCPOA) tê zanîn, di qada navnetewî de hatibû nasîn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG