Îranê îro Çarşemê mûşekek nû ya bi menzîla 1450 kîlometreyî ji bîragiştî re eşkere kir.
Televîzyona dewleta Îranê mûşeka nû ya bi navê "Xeyber Şekan"nîşan da.
Xeyber Şekan navê cîheke kevnar ya Cihûyan e ku di rojên destpêkê yên Îslamê ya di sedsala 7'an de de li herêma Hîcazê di sedsala 7'an de, ji hêla şervanên misilman ve hatibû dagirkirin.
Hevdem, televîzyonê got ku mûşek xwedî armankirina bilind e, bi temamî li hindurê welêt ji hêla Nobedarên Şoreşê (Pasdaran) hatiye çêkirin û dikare mûşekan têk bibe.
Lê, ev agahî ji hêla çavkanîyên serbixwe ve nehatiye piştrast kirin.
Îran, ya ku xwedîyê yek ji mezintirîn bernameyên mûşekî ya li Rojhilata Navîn e, dibêje ku mûşekên wê yên balîstîk heya 2000 km (1200 mîl) in û dikarin bigehin bingehên dijminê wê yên Îsraîl û Amerîka yên li herêmê.
Ew, daxwazên welatên rojavayî yên rawestandina xebatên ser mûşekên balîstîk red dike.
Îranê ragihandina mûşeka xwe ya nû di demeke de kir ku danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya Tehranê bi hêzên cîhanî re, li Vîyanayê didomîn.