Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîyên Peymana Navokî ya ligel Îranê Dibêjin Peyman Hîn Didome


Komîsyona Hevbeş ya Peymana Navokî biryar da ku ew peymana bi Îranê re, ku di sala 2015’an de hatibû îmza kirin, bidome.

Sekretera Giştî ya Peywendîyên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Helga Schmid dîyar kir ku ew bi cîgirên wezîrên derve yên Îran, Brîtanya, Fransa, Almanya, Çîn û Rûsya kom bûye û wan beşdarên civînê xwestine ku berevanîya peymana navokî bikin.

Schmid ji Twitterê da zanîn ku wan beşdaran li hev kiriye ku ew tevî hemî dijwarîyan jî rêka domandina peymana navokî bibînin.

Li gor daxuyanîya piştî civînê, Amerîka ya di sala 2018’an de ji peymana navokî vekişîye êdî wek alîyekî peymanê nayê qebûl kirin, û daxwaza wê ya ji Neteweyên Yekbûyî (NY), ku xwestibû ew toleyên dijî Îranê jinûve ragihîhîne, dê ji wan dewletan piştgirîyê nestîne.

Rêvebirîya Îranê jî berê gotibû ku welatên xênji Amerîka ger berpirsîyên xwe yên aborî bi cîh neynin ewê li gor peymanê tevnegere.

Nûnerê Çînê Fu Cong piştî civînê bang li Îranê kir ku hemî berpirsîyên xwe yên peymanê bi cîh bîne.

XS
SM
MD
LG