Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley: Îran Gelek Biryarên NY'ê Binpê Dike


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku peymana navokî ya bi Îranê re xeterdar e.

Haley da zanîn ku bo Îran bernameya navokî rawestîne bi mîlyaran dolar hatine dayîn, lê rejîma Tehranê ceribandina muşekên balistik, piştgirîya bo terorê û barkêşîya çekan didomîne.

Balyoza Amerîkî dîyar kir ku Tehran li Yemenê piştgirîyê dide Husîyan û li Sûrîyê jî alîkarîya rejîma Esad dike.

Haley da zanîn ku NY, Îranê ser ceribandina muşekên balîstîk, firotina çekan û piştgiriya terorê hişyar dike, lê Îran gelek biryarên Civata Ewlekarîyê binpê dike.

XS
SM
MD
LG