Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Amerîka Nikare Firotina Me ya Neftê Rawistîne


Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Sêşemê got ku Amerka wê nikaribe derfirotina wan ya petrolê bisekinîne û ger keştîyên wan yên nefthilgir li Kendavê werin asteng kirin, ewê jî hemî herêmên blok bikin.

“Divê Amerîka bizane ku em nefta xwe difroşin û ewê nikaribin pêşîya wê yekê bigirin. Ger ew rojekê hewil bidin ku derfirotina me ya neftê bisekinînin.”

Ruhanî bi berdewamî got ku Amerîka dê nikaribe peywendîyên bazirganî yên Îranê bi herêmê û cîhanê re qut bike.

Cîgirê Ruhanî, Îshaq Cîhangirî jî her îro got ku toleyên Aemrîkî yên dijî Îranê, zararên mezin didin gelê xizan yê Îranê.

“Dema Amerîkî dibêjin ku armanca wan hikûmeta Îranê ye û ti givaştinên wan li ser xizanan, nexweşan û kal û pîran nebin, ew gîş derew in,” Cîhangirî got.

Reqbûn û alozîyên navbera Amerîka û Îranê zêdetir bûne, piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump di meha Gulanê de ji peymana navokî ya navnetewî vekişî û toleyên ser Îranê jinûve anîn.

Washington dibêje ku armanca wan toleyan ew e ku derfirotina neftê ya Îranê raswistîne da ku rê li ber programa wê ya mûşekan bigire û bandora wê ya herêmî kêm bike.

XS
SM
MD
LG