Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Nobedarên Îranî Ser Tixubê Pakistanê Hatin Revandin


Nobedarên Îranî li ser tixubê Pakistanê (Arşîv)
Nobedarên Îranî li ser tixubê Pakistanê (Arşîv)

Medya dewleta Îranî ragihand ku, bi kêmî ve 10 endamên Nobedarên Şoreşê (Pasdaran) îro Sêşemê li ser sînorê Pakistanê hatin revandin.

Nobedarên Şoreşê di daxuyanîyekê de ragihand ku hin endamên wê li ser xalên wan ya sînorî ya li bajarê Mirjaveh ya istana Sistan-Belucistan hatine revandin.

Daxuyanî zelal nekir ku çend nobedar hatine revandin, lê ajansa IRNA ji zarê karbidestekî ragihand ku 14 kes di demjimêr dora 4 yan 5’ê sibê hatine revandin.

Ajansa nûçeyan ya Fars jî ragihand ku hêzên Îranî hatine jahr kirin, berî ku ew werin revandin û ji Pakistanê re werin veguhastin.

Îbrahîm Azizî, berdevkê koma tundrê ya Sunnî Jeyş el-Adl got ku wan pirtir ji 10 Îranî desteser kirine.

“Vê sibê hêzên Jeyş el-Adl êrîş bir ser ser xala tixubî li Mirjaveh û dest danîn ser hemî çekên wan,” Azizî di mesajeke dengî de ji Reutersê re got.

Azizî got ku êrîşa wan bersîvdana zordarîya dewleta Îranê ya hember Sunnîyên li istana Sistan-Belucistan ku herêmeke bi piranî Sunnî ye û tevgerên cudaxwaz li wê derê xurt in.

XS
SM
MD
LG