Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje ku Vekişîna Amerîka ji Peymana Navokî Gefan Ser Aşitîya Herêmî Dike


Alî Ekber Salihî
Alî Ekber Salihî

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê Alî Ekber Salihî got ku vekişîna Amerîka ji peymana navokî ya hêzên cîhanî ya bi Îranê, wê bandoreke neyênî li ser aşitî û aramîya Rojilata Navîn bike.

Salihî ku îro Duşemê di civîna Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) de peyîvî, hurgilî neda ku bandorên neyênî wê çawa bin.

Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû ku welatê xwe ji wê rêketine derxîne û Washingtonê jî careke din dest bi danana toleyên aborî û sîyasî li ser Îranê danabûn û li ber e di meha Mijdarê de ew tole hîn zêdetir bin.

Tevî ku di destpêka de dewletîn Ewrupî hewil dabûn ku ew rêketin bifilitînin, jiber givaştinên Amerîkî gelek komponîyên Ewrupî neçar man ku dawî li kiryar û projeyên xwe li Îranê bînin.

Aborîya Îranê jiber wan toleyên gelek bandorên neyênî dijî û dirava Îranî, rîyal di nav vê salê de li hember dolara Amerîkî du ji sê nirxa xwe hinda kir.

XS
SM
MD
LG