Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Careke Din Peymana Navokî bi Bîr Dixe


Iran US
Iran US

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf dîyar kir ku ger Amerîka danûstandinê dixwaze divê careke din li peymana navokî ya sala 2015’an vegere.

Zarîf di serdana Malezya de da zanîn ku Amerîka dijî Îranê ‘’terora aborî’’ pêk tîne.

‘’Peyman me neterikand. Em û Yekîtîya Ewrupa (YE) û 5 dewletên din hîn li maseyê ne. Amerîka welatê 6’an bû lê biryar da ku veqete’’ Zarîf got.

Wî dîyar kir ku ger Amerîka dixwaze bi Îranê re danûstandê bike divê çavdêrîya peymana navokî bike.

Amerîka, bi biryara Serok Donald Trump par ji peymanê vekişîyabû.

XS
SM
MD
LG