Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Danûstandinên Ser Peymana Navokî Dê Jinûve Destpê Bikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îran dê li Vîyana jinûve dest bi geşkirina danûstandinên ser peymana navokî bike.

Reutersê ew agahî ji axaftina Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdollahîan û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov ragihand.

Amîrabdollahîn dide zanîn ku hin nîşanên Washington ya ji peymana navokî ya sala 2015’an derketibû raber dikin ku ew dixwaze jinûve peymana navokî di merîyetê keve.

Wezareta Derve ya Rûsya jî roja Çarşemê bi daxuyanîyeke dîyar kiribû ku Lavrov û hevtayê wî yê Amerîkî ser geşkirina peymana navokî peyivîne.

XS
SM
MD
LG