Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Xwepêşandanên Girseyî Îro ji Didomin


Bi hezaran Îranî îro Înê li bajarê Zahedanê aloz xwepêşandanên girse darxistin, bo şermezarkirina, tepeserkirina xwepêşandana 30’ê Îlonê ya kujer ji alîyê hêzên ewlekarîyê ku wek "Înê ya bixwîn" tê bi nav kirin.

Hesabê Twitterê 1500tasvir yê çalakvanên Îranî îro çend vîdyoyên xwepêşandanên li Zahedanê nîşan didan ku bi hezaran kes dimeşîn.

Di vîdyoyeke din ya 1500tasvir de, li bajarokê Xaş li başûrê rojhilat e, xwepêşander nîşana kolana ku navê generalê Qasim Silêmanî li ser e, dişkînin.

Li Îranê xwepêşandanên dijî hikûmetê di 16’ê Îlonê de destpê kirin, piştî kuştina keça Kurd Jîna Mahsa Emînî ku di dema desteserkirina polîsên exlaqî de li Tehranê.

Xwepêşandan demûdest li serenserî Îranê belav bûne û veguherîne serhildana gel ku xwendekar, doktor, parêzer, karker û sporvan û her beşa civakê mirov beşdar dibin.

Xwepêşander bi giştî daxwaza têkçûna Komara Îslamî, hilweşîna desthilata wê yên olî û azadîyên bingehîn dikin û hersa xwe bi piranî jî bi qerînên dijî Rêberê Bilind Ayetullah Alî Xamineyî dîyar dikin.

Hikûmeta Îranê cudaxwazên çekdar bi pêkanîna tundûtûjiyê û hewldana têkdana aramîya Komara Îslamî tawanbar dike.

Li gor ragihandina bizavkaran û raportan li heremên komên etnîkî yên wek Sîstan-Belûcistan û Kurdistan û herêmên din yên Kurdan serîrakirinên herî girseyî û xurt didomin, lê hevdem ew rastî eciqandina herî tund ya hêzên ewlekarîya Îranê tên.

Eyaleta Sîstan-Belûcistan ku li nêzî sînorê başûrê rojhilata Îranê ya bi Pakistan û Afganistanê ye, warê kêmanîya Belûc e, ku dora 2 mîlyon kes li wir dijîn.

Eyaleta Sîstan-Belûcistan yek ji heremên herê xixan ya Îranê ye û bûye navenda alozîyê jiber ku hêzên ewlehîyê yên Îranê rastî êrîşên çekdar yên Belûcan tên.

Ajansa nûçeyan ya nîv-fermî Tasnim di 31’ê Cotmehê de ragihand ku tenê li Tehranê wê 1000 kes jiber tawanbarîya serîrakirinê li Dadgeha Şoreşê ya Îranê li ber bîragiştî werin darizandin.

Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) do Pencşemê ragihand ku heya niha herî kêm 330 kes hatine kuştin, ku ji wan 50 zarok in û bi sedan kes birîndar bûne.

HRANA herwiha got ku 39 endamên hêzên ewlekarî yên Îranê jî hatin kuştin û nêzî 15 hezar û 100 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG