Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên li Îranê Gûr Dibin


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê, Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf ya li Tehranê, 7 Cotmeh,2022.
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê, Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf ya li Tehranê, 7 Cotmeh,2022.

Li Îranê îro Înê jî xwepêşandanên bi daxwaza têkçûna Komara Îslamî û azadîyên bingehin bi meşên girse li kolanên gelek bajar, bajor, zanîngeh,dibistan,kargeh û navendan bênavber berdewam dikin; ku di 16’ê Îlonê piştî kuştina Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî destpê kirin.

Li gor ragihandina bizavkaran hêzên ewlekarî yên Îranê gule berdana ser xwepêşanderên li bajarê Zahedanê û herî kêm du kes hatine kuştin.

Zahedan nêzîkî sînorê başûrê rojhilata Îranê bi Pakistan û Afganistanê re ye û ji destpêka xwepêşandanan ve alozîyên tund rû didin, çar hefte berê di xwepêşandanên dijî hikûmetê de bi dehan kes hatibûn kuştin.

Dîmenên vîdyoyên li ser medya civakî nîşan didin ku xwepêşander banga kuştina rêberê olî yê bilind " Ayetullah Elî Xamineyî " û milîsên Besîc dikin, ku rolek mezin di tepeserkirina xwepêşanderan de lîstine.

Dîmenên vîdyoyan piştre li kolanan ewrên ku wek gaza hêsir xuya dikin nîşan didin û dengên gulebandinê, fîşekan tê bîhistin.

Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîka ye, îro ragihand ku hêzên ewlehîyê gule berdane xwepêşanderan.

Ajansên medya didin zanîn ku ne pêkan e ku ew vîdyoyên ser medya civakî têne weşandin, piştrast bikin.

Bizavkar dibêjin ku tenê li Zahedanê, nêzî 100 kes hatine kuştin ji dema ku xwepêşandanek di 30 Îlonê rastî bersiveke tund ya hêzên Îranê hat.

Rêxistina Efûyê ya Navneteveyî (Amnesty International ) jî dide zanîn ku hêzên ewlekarîyê herî kêmî ve 66 kes di çewisandina tundûtûjî ya 30’ê Îlonê de kuştin.

Li gor vîdyoyên li ser medya civakî û ragihandina bizavkaran herwiha îro leşkeran leşkeran mizgefteke sereke ya Sunnî li devera ku niştecihan li dijî hikûmeta Îranî kom bûn dorpêç kirin, ku piştre bi guleyên rastîn êrîşê ser xwepêşanderan kirine.

Ajansa nûçeyan ya Fars ku wek nêzî Pasdarên Şoreşê tê dîtin jiber bûyerên îro yên li Zahadanê xwepêşander tawanbar kir.

"Di dema alozîyên îro de hejmareke xwepêşander ji ser banan gule ser xelkê û hêzên ewlehiyê dibarandin. Mixabin zarokekî 12 salî bi guleya ku li rûyê wî ket, hat kuştin." Ajansa Fars ragihand.

Civata ewlekarî ya eyaleta Zahadanê jî got ku endamên opozîsyonê yên çekdar ev pevçûn azirandine, ku bûne sedema kuştina mirovên bêguneh, lê hevdem ew "kêmasîyên" polîsan jî qebûl dikin.

Civata ewlekarîyê ragihand ku îro li Zahedanê ji alîyê "kesên nenas" ve yek kes hatiye kuştin û 14 kes birîndar bûne, di nav de hêzên ewlehîyê jî hene.

Rexistina Çavdêrîya Astengkirina Înternetê NetBlocks ragihand ku îro li Zahedanê di giheştina înternetê de astengekîye mezin pêk hatiye.

Hevdem vîdyo nîşan didin ku di nîvro ya îro û piştî nimêja înê li hinek bajarên din yên eyaleta Sîstan Belûçistanê xwepêşandanên hemberî Komara Îslamî hatine darxistin.

Herwiha do şeva Pêncşemê li bajarên din jî, wek Tehran, Meşhed, Erak, Şîraz, Kerec, Ehwaz, Şûş şeva borî û îro bi şêweyên cuda xwepêşandan berdewam kirine.

Ji alîyên din xwepêşandanên girseyî li eyaleta Kurdistanê berdewam dikin; li gor ragihandina bizavkaran do şeva Pencşemê Pêncşemê li bajarên Mahabad, Bokan, Miyandwaw, Pîranşar, Sine, Merîwan, Bane, Seqiz, Xuremawa û Birûcerd xwepêşandanên nû hatin darxistin.

Xwepêşandanên li Îranê di 16’ê Îlonê de destpê kirin, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî li Tehranê, di destê polîsê Îranî de.

Karbidestên Îranî, di nav de Xamineyî jî, îdia dikin ku dijminên derve yên welat li pişt xwepêşandanên berdewam in, ne ku Îranî jiber kuştina Emînî û tengasîyên din yên welat aciz bûne.

Dezgehên medyayê dibêjin ku di derbarê xwepêşandanên li Îranê berhevkirin û ragihandina nûçeyan jiber tepeserkirina hezên ewlehîyê û qedexeyên înternetê pir dijwar e.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) destnîşan dike ku hêzên Îranê ji 16’ê Îlonê vir ve, herî kêm 46 rojnamevan desteser kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) dîyar kir ku xwepêşandan li 125 bajaran didomin; herî kêm 270 kes hatine kuştin û nêzî 14 hezar kes jî hatine girtin.

XS
SM
MD
LG