Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê bi armanca rêgirtina li bilindbûna bilez ya keysên vîrusa korona, walîyên eyaletên welat erkdar kirin da ku heke hewce be tedbîr û qedexeyan ragihînin.
Ruhanî di axaftineke televîzyonê de got:
"Em mecbûr in ku ji Tehrana paytext dest pê bikin ku rêgezên û çavderîyên xurt bikar bînin."
Wî ragihand ku ofîsên hêza karûbarên vîrusa korona yên li seranserê welat ewê di derbarê pîvanên tedbîran de û herwiha ser ragihandina qedexeyeke ya bo yek hefteyî pêşnîyaran bikin.
Dibe ku di nava tedbîran de, sînordarkirin an girtina dibistan, zanîngeh, semîner, mizgeft, kafeterya, cihên werziş û çandî, û herwiha salonên porbirînê hebe.
Rûhanî da zanîn ku ger walîyên eyaletan pêwîst bibînin, divê ev navendana bo hefteyekê werin girtin.
Berdevka wezareta saxlemîya Îranê Sîma Sedat Larî ji televîzyona dewletê re dîyar kir ku jimara mirinên jiber vîrusa korona îro Şemiyê 17 zêde bûye û hejmera giştî giheştîye 25.394 kesan û herwiha bi 3.204 pêketinên nû yên îro rêjeya keysên giştî jî giheştîye 444.086 pêketinan.
Karbidestên saxlemîya Îranê jiber zêdebûna bûyerên nexweşîya COVID-19 rewşa xeter ya hîşyarîyê ragihandin, jibo kontrolkirina belavbûna nexweşiyê ji gel xwestin ku pîvanên tedbîr û qedexeyan bişopînin.