Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li Bakurê Okyanusa Hîndî, ligel Rûsya û Çînê Hîndarîyeke Leşkerî Dike


Îranê ragihand ku ewê li bakurê Okyanûsa Hîndî, bi Rûsya û Çînê re tetbîqatek hevbeş ya deryayî bike.

Çaverê ye ku tetbîqat roja Şemîyê destpê bike. Cara yekê ye ku di nav her sê dewletan de tatbîqata behrê dê were kirin.

Tetbîqat di demeke ku Washîngton toleyên giran yên ekonomîk li ser Tehranê dike pêk tê ku di heman demê de Îran dixwaze bi Rûsya û Çînê re hevkariya leşkerî bihêztir bike.

Berdevkê Artêşa îranê General Abolfazl Shekarchi, da zanîn gera tetbîqata ku pêşxisitina ewlehîya heremî jixwe re dike armanc, heta Behra Ummanê dê fireh be.

Ev tetbîqat weke bersiva tetbîqatên Amerîka û Erebîstana Siûdî tê nîrxandin.

Li Kendava Basrayê, bi êrîşên ser senayîya neftê ya Sîûdî li heremê tansiyona zêde dibe. Amerîka jibo piştgirîyê grubek leşker û mûşekan hinartibû.

Her çiqas Serhildêrên Hûsî yên Yemenê, êrîşan girtibin serxwe jî, Washîngton û Erebîstana Siûdî ji êrîşan Îranê tawanbar dikin lê Îran van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG