Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington 4 Kes û 2 Kompanîyên Din yên Îranî Dixe Lîsta Toleyan


Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Înê ragihand ku 4 kes û 2 kompanîyên Îranî, di çarçoveya toleyên dijî Îranê de, jiber desteka bo programa dronan ya Nobedarên Şoreşê û Hêza Qudsê li lîsta cezayan hatine zede kirin.

Wezaretê da zanîn ku kesên ku ketine lîsta toleyan Yusif Abutalebî, Saîd Agacanî, Abdullah Mehrabî û Mihemed Îbrahîm Zerger Tehranî ne.

Li gor daxuyanîya wezaretê du şîrketên ku ketine lîsta toleyan jî Kimia Part Sivan Company LLC û Oje Parvaz Mado Nafar Company ne.

Wezaretê dîyar kir ku ew kes û şîrket jiber peywendîya wan ya bi Nobedarên Şoreşa Îranê hatine ceza kirin.

Bi biryara nû ya Wezareta Xezîne ya Amerîka hemî mal û mulkên wan kes û şîrketan li Amerîka tên cemidandin û ji kes û kompanîyên Amerîkî re tê qedexe kirin ku bazirganî bi wan re bikin.

XS
SM
MD
LG