Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Soza Tolhildana Kuştina Qasim Silêmanî Dide


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Duşemê di salvegera kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî de soz da ku heke Serokê berê yê Amerîka Donald Trump neyê darizandin, tolhildana Silêmanî dê were girtin.

"Ger Trump û Pompeo jiber kiryara sûc ya kuştina General Silêmanî li dadgeheke adil neyên darizandin, ewê misilman tola şehîdê me hilînin," Reîsî got.

Qasim Silêmanî, di 3'ê Rêbendana 2020ê de li Îraqê di êrîşeke dronî de bi fermana serokê wê demê Trump hatibû kuştin.

Hevdem, li Îran û komên hevalbendên wê yên li Îraqê îro di salvegera kuştina Silêmanî, fermandarê Hêzên Quds yên Îranî de, gelek çalakîyên bo rêzgirtin û bîranînê dar dixin.

Medyaya Îranê jî ragihand ku Îranê roja Yekşemê bi nameyekê bang li Konseya Ewlekarîyê ya NY kiriye ku ji Amerîka û Îsraîlê, ku Tehran dibêje destê wan di kuştinê de heye, hesab bipirse.

Çend roj piştî kuştina Silêmanî, Amerîka ji NY re dabû zanîn ku kuştina wî kiryareke xweparastin e bû. Washingtonê herwiha soz dabû ku ewê li Rojhilata Navîn bo parastina karmend û berjewendîyên Amerîkî li gor hewcedarîyê tedbîrên din jî bigire.

Ji alîyê din ve rojnameya Jerusalem Post ya Îsraîlî îro ragihand ku malpera wê bû armanca êrîşekê û got ku ew bo welêt xeterîyeke eşkere ye.

Di malperê de li şûna rûpela serekî, wêneyeke ku Qasim Silêmanî bi bîr tîne, hatibû weşandin

Di wêneyê de tiştekî bi şeklê guleyê ku ji gustîleke sor ya ku li ser tilîyekê derdikeve, xuya dibû ku ew wek gistîre Silêmanî hat dîtin.

Rojnameya Jerusalem Post ya bi zimanê Îngîlîzî da zanîn ku ew bo çareserîya pirsgirêkê dixebitin.

XS
SM
MD
LG