Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Artêşa Sûrîyê Jinûve Çêdike


Wezîrê Berevanî yên Îran û Sûrîyê ser xurtkirina hevkarîya leşkerî li hev kirin.

Li gor lihevkirina nû, Tehran dê Artêşa Sûrîyê jinûve ava bike.

Wezîrê Berevanî yê Îranê Emîr Xatemî piştî civîna bi Wezîrê Berevanî yê Sûrîyê Alî Abdullah Eyub dîyar kir ku wan peymaneke nû çêkiriye û Îran dê li Sûrîyê hebûna xwe ya leşkerî bidomîne.

Xatemî ji kanala El Mayadîn ya Lubnanê re jî got ku li gor peymanê dê Artêşa Sûrîyê û endustrîya berevanî ya Sûrîyê jinûve were çêkirin.

Xatemî bi berdewamî dîyar kir ku Tehran dê bo Şamê xizmeteke baş bike.

Wezîrê Berevanî yê Îranê bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re jî kom bûbû.

XS
SM
MD
LG