Ajansa IRNA ya Îranî ragihand ku karbidestên Îranî, bi zanabûna hikûmeta Afganî danûstandinan bi Talîbanê re dikin.
Axaftinên navbera Îran û Talîbanê hatin kirin ku alîkarîya pirsgirêkên ewlehî yên Afganistanê bikin,” IRNA ji zarê sekreterê Civata Bilind ya Ewlekarîya Netewî ya Îranê, Alî Şamxanî ragihand.
Şamxanî dîyar kir ku hemî peywendî û axaftinên bi rêxistina Talîbanê re bi zanabûna hikûmeta Afganî pêk hatine û ew peyvajo dê berdewam be.
Ew nûçe çend roj piştî hin raportên medyayî tê ku digot ku li ser agirbestekê û vekişîna hêzên bîyanî ji Afganistanê, danûstandin di navbera Amerîka û Talîbanê hatine kirin.
Îran bi hêzên leşkerî yên Afganî ku gelek ji wan Şîa ne û dijî Talîbana Sunnî şer dikin, xwedî peywendîyên germ e.