Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Nobedarên Sînor û Hêzên Talîbanê Şer Kirine



Dîmeneke nobedarên sînorî yên Îranê (Arşîv)
Dîmeneke nobedarên sînorî yên Îranê (Arşîv)

Medya Îranê îro Yekşemê ragihand ku di navbera nobedarên sînorî yên Îranî û hêzên Talîbana Afganî de şer derketiye.

IRNA , ajansa fermî ya nûçeyan ya Îranê ji zarê Meisam Barazande ku walîyê eyaleta sînorî yê Hirmandê ragihand ku di derbarê bûyerê de, lêpirsîneke didome.

Lê, ajansê di derbarê pevçûnê de hûrguli yan hejmara kuştî û birîndaran de agahî eşkere nekir.

Ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Îranê Tasnimê got ku çekdarên Talîbanê malên li herema Şokalakê gulebaran kirine, ya ku li ser sînorê eyaleta Nimruz ya Afganîstanê ye.

Tasnimê herwiha ragihand ku hêzên Talîbanê hewl dane ku li herêmeke ku ne girêdayê axa Afganîstanê ye, ala Talîbanê hildin, lê piştî danûstandinan aramî pêk hatiye.


Ajansê piştre ji zarê Mecîd Mîrahmedî cîgirê wezîrê navxwe ragihand ku pêşî hêzên Talîbanê Nobedarên Îranê gulebaran kirine û Nobedar neçar kirine ku ew bersîvê bidin; heya ku wan rewş xistine bin kontrolê.

Hat ragihandin ku şerê di navbera her du alîyan de qasî seateke û nîv berdewam kiriye û piştî nîvro ya îro Yekşemê bi dawî bûye.

Mîrahmedî herwiha got ku pevçûneke bi vî rengî roja Şemîyê jî qewimîye, jiber ku Talîban rêzê li "sînorê bejayî û fermî" ya di navbera her du welatan de nagire.
Talîbanê heya niha ser bûyerê yan ragihandinên Îranê ti daxuyanî nedaye.

Hêjayê bîrxistinê ye ku di navbera hêzên ewlekarî yên Îranî û hêzên Talîbanê yên Afganî de, li heremên cuda li ser sînor pir caran pevçûn derketin ik; ji dema ku Talîban li Afganîstanê di Tebaxa Tebaxa borî desethilatdar Pevçûn girt vir ve.

Pevçûnên çekdarî bi gelemperî li ser pirsgirêkên herêmî yên wek nakokîyên ser zeviyên çandinîyê, av yan qaçaxçîtiyê diqewimin û bi gelemperî zû bi dawî dibin.

XS
SM
MD
LG