Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Tehranê Ti Dron Nedaye Moskowê


Drona Îranî
Drona Îranî

Îranê îro Duşemê da zanîn ku Tehranê ti dron nedaye Rûsyayê.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi preskonferansekê dîyar kir ku nûçeyên ser danûstandinên dronên wan ne rast in.

Kenanî da zanîn ku armancake sîyasî ya wan nûçeyan heye û ew ji alîyê jêderên Rojavayî vê têne belav kirin.

Wî dîyar kir ku Tehranê ti dron nedaye welatên ku niha di şer de ne.

Rûsya di demên dawî de bi dronan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayan û zararê dide binesazîyên wan.

Karbidestên Ukrayna dibêjin Rûsya wan dronan dixebitîne ku ji hêla Îranê hatine çêkirin.

Rojnameya New York Timesê jî di rojên borî de ji zarê îstixbarata Amerîkî dîyar kiribû ku artêşa Rûs dronên Îranê dixebitîne.

XS
SM
MD
LG