Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Red Dike ku ji Trump Daxwaza Hevdîtinekê Kiriye


Berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî îro Înê ragihand ku wan ji Serokê Amerîka Donald Trump ti daxwaza civînekê nekiriye.

“Komara Îslamî ya Îranê ti car daxwaza hevdîtineke bi Trump re nekiriye,” ajansa nûçeyan ya Îranê (IRNA) ji zarê Qasimî ragihand.

“Ajanseke nûçeyan ya bîyanî, ji zarê Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley ragihandiye ku Îranê di dema Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de daxwaza hevdîtinek kiriye, lê ew nûçe ne rast e.”

IRNA zelal nekir ku ajansa bîyanî ku ew raport belav kiriye kîjan e.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ber e hefteya were di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinekê bike.

Reqbûn û alozîya navbera Îranê û Amerîka kûrtir bûye, piştî ku Trump ji peyman navokî ya navnetewî vekişîbû û toleyên nû li ser Îranê danabûn.

XS
SM
MD
LG