Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya li Tengava Hormuzê Tund Bûye

Keştîyeke barhilgir ku li nêzî Tengava Hormuzê li beravên rojhilatê Mîrgehên  Yekbûyî yên Ereb î girêdayî ye, 12’ê Tîrmeha 2026’an.
Keştîyeke barhilgir ku li nêzî Tengava Hormuzê li beravên rojhilatê Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb î girêdayî ye, 12’ê Tîrmeha 2026’an.

Ajansên ragihandinê dibêjin ku hêzên Amerîkî îro gelek caran êrîşên dijî sîstemên mûşekî û berevanîya esmanî yên Îranê pêk anîne.

Herwiha tê ragihandin ku hêzên Amerîkî jimareke heremên derdora Tengava Hormuzê û qeyikên piçûk yên hêzên Îranî jî xistine.

Ajansa AP, Axios û gelek ajansên nûçeyan ev agahîyana ji zarê hin karbidestên Amerîkî yên ku nexwestine navê wan werin eşkere kirin, ragidhînin.

Medya Îranê jî got ku roja Yekşemê piştî nîvro li dora bendera Bendar Abbas, ku navendên leşkerî li wir in, û Girava Qeşm ya nêzîk, êrîşên mûşekî û teqîn çêbûne, dema dorek din ya êrîşên Amerîka tê ragihandin.

Ev ragihandinên êrîşan tên, piştî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser platforma X’ê îro got ku “Hêzên Amerîkî li herêmê bicîh bûne û amade ne ku piştrast bikin ku azadîya tevgera keştîyan tevî êrîş, astengkirin û gefên Îranê, tê parastin."

Wezareta berevanîyê ya Kuweytê îro ragihandibû ku di êrîşekê de sê navendên sînor û platformek sondajê ya petrolê ya li deryayê zarar dîtiye û karkerek birîndar bûye. Lê, Kuweytê dîyar nekiribû ku ew êrîş ana ji hêla kê ve hatiye kirin.

Piştî nîvro ya îro, Ajansa nûçeyan ya Fars ya Îranê got ku Pasdarên Şoreşa Îslamî bi dronan êrîşî Kuweytê kirine û li cîhên avêtina mûşekên HIMARS yên Amerîkî û depoya cebilxaneya xistine.

Îranê bi êrîşên mûşekî û dronan li seranserê herêmê bersîv da, ku li navendên leşkerî yên Amerîkî û welatên ku hêzên Amerîkî lê hene, bixe. Associated Press ragihand ku Îranê êrîş biirne ser Behrêyn, Kuweyt, Qater, Urdun û Ûmanê.

CENTCOM’ê dî seatên zûtirîn îro Yekşemê dîyar kiribû ku wan li nêzî 140 cîhan xistine,ku di nav de cihên avêtina mûşek û dronan, depoyên cebilxaneyan, alavên ragihandinê û cihên din.

Wê got ku êrîş, ku ji rojên dawî girantir in, wê êiyana Îranê ya gefxwarina keştîyan qels bike.

Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê got, Amerîkayê bi tundî li Îranê xistîye, wek bersîva êrîşên wê yên dawî li ser keştîyan li Tengava Hormuzê.

"Me şeva borî pir bi tundî li wan xist," Trump bi têlefonê ji CNN re di hevpeyivînek de got.

Trump herwiha ji bernameya Meet the Press ya NBC re got ku jibo keştîyên bazirganî rêheên avê vekirî ne.

Trump got ku Amerîka û Îran roja Şemîyê nêzî "peymanekê" bûbûn.

"Wan dev ji her tiştî berdidan, û piştre jinişkave du saetan şûnda bi dronê li keştîyek xistin. Ev kesana, eceb in," wî got.

Navbeynkarên herêmî û Neteweyên Yekbûyî (NY) xembarîyên xwe dîyar dikin û hişyarîyê didb ku zêdebûna rageşîyê ya niha dikare Kendavê bêtir bêaram bike û bazarên enerjîyê yên cîhanî têk bibe,

This item is part of
XS
SM
MD
LG