Lînkên eksesibilîtî

Îran Hişyarî Dide Amerîka ku Pasdaran Nexe Nav Lîsta Terorê


Îran îro hişyarî dide Amerîka ku Nobedarên Şoreşê (Pasdaran) nexe lîsta rêxistinên terorîst, ku ne, ewê jî Amerîka têxe kelêka rêxistina tundrê, Dewleta Îslamî.

Berdevkê hikûmetê, Mihemed Baqir Nobaxt îro li ser mijarê ji peyamhinêran re axifî.

“Nobedarên Şoreşê parêzkarên Îranê ne û ger ku Amerîka vê hêzê texe nav lîsta terorîstan, hîngê ew xwe dike nav alîyê terorîstan. Her welatekî ku helwesteke wihali ser pasdaran bigire, wê hevbîrê terorîstên DAIŞ'ê be."

Raportên medya Amerîkî radigihînin ku reng e Serok Donald Trump, wek beşeke stratejîya nû ya dijî Îranê, Nobedarên Şoreşê wek rêxistineke terorîst bi nav bike.

XS
SM
MD
LG