Alî Ekber Velayetî, şêwirmendê rêberê ruhanî yê Îranê, îro Çarşemê dema hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Welîd Mualîm got ku dive hêzên Amerîkî, wekî ku Serokê Amerîka Donald Trump plan kiriye, ji Sûrîyê vekişin.
“Ew bixwazin jî, nexwazin jî dive Amerîkî ji Sûrîyê derkevin. Niha 90 ji sedê hemî axa Sûrîyê di bin kontrola hikûmetê de ye û herêmêm mayî ji di demeke nêzîk de wê ji hêla artêşa Sûrî ve were azad kirin,” Velayatî got.
Serokê Îranê Hesen Ruhanî jî ji Mualîm re got ku aştîya li Sûrîyê di rêza pêşîn ya rojeva wan de cîh digire.
“Yek jî armancên girîng ya sîyaseta Komarî Îslamî aramî û ewlehîya Sûrîyê ye. Misogerkirina bingeha ewlehîyê girîng e ku şertên vegera hemwelatîyan ava be, Ruhanî bi berdewamî got.
Mualîm li Tehranê bû berî pêkanîna civîna rêberên Rûsya, Tirkîyê û Îranê ya di 14’ê Şubatê de hevdîtinan ligel karbidestên Îranî bike.