Wezîrê derve yê Îranê yê ser kar Elî Baqirî roja Duşemê ragihand ku di navbera Tehran û Washingtonê li Umanê danûstandin têne kirin.
Baqirî ev agahî di serdana xwe ya li Beyrutê, ser pirsekê di konfêranseke de, dîyar kir.
"Me her tim danûstandinên xwe domandin... û ew ti carî ranewestyan," Baqirî got.
Di navbera Washington û Tehranê de, ji Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an vir ve, ti peywendîyên fermî yên dîplomatîk tune ne.
Rojnameya Financial Times ya Brîtanî di Adarê de ragihandibû ku Baqirî di destpêka 2024’an de li Umanê, beşdarî danûstandinên nerasterast yên bi
Amerîka re bûye, li ser zêdebûna girjeyên herêmî yên bi sedema şerê Îsraîl û Hamasê li Kerta Gaza.
Amerîka hevbendê nêz û pêşkêşkarê serekî yê alîkarîya leşkerî yê Îsraîlê ye, dema ku Îran jî piştgirîyê dide koma çekdar Hamasê.
Elî Baqirî roja Duşemê çû Lubnanê, wek wezîrê derve yê Îranê yê ser kar gera wî ya yekê bû, ku piştî mirina Huseyîn Emîrabdullahîyan meha borî di ketina helîkopterekê de, hat erkdar kirin.
Baqirî got ku wî biryar daye ku wek wezîr di gera xwe ya yekê de serdana Lubnanê bike, "jiber ku Lubnan hêlîna berxwedanê " ya dijî Îsraîlê ye.
Îran di warê aborî û leşkerî de piştgirîya Hîzbullaha Lubnanî ya hêzdar jî dike.
Hîzbullaha Lubnanî ya Şîa hevbendê Hamasê ye, ku ji destpêka şerê Gaza di 7’ê Cotmehê de ve, milîtanên komê û hêzên Îsraîlî ji ser êrîşê hevdu dikin.
Baqirî danûstandinerê berê yê navokî yê Îranê, herwiha ragihand ku bi hêzên Rojavayî re, gotûbêjên li ser çalakîyên atomî yên Tehranê berdewam dikin.
"Em şîretan ji wan re dikin ku vê derfetê êdî winda nekin, û berdêla wan kiryarên ku diviyabû bikirana, lê nekirine, bidin, " wî got.
Welatên Rojavayî xembar in ku Îran hewl dide ku çekek navokî biafirîne, lê Tehran vê îdiayê red dike.
Dîplomatan ji AFP re got ku Brîtanya, Fransa û Almanya wê hewl bidin ku Tehranê jiber nehevkarîyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) re, di civîna revebirî ya Ajansê de şermezar bikin.
Di civîna dawî ya IAEA ya meha Adarê de, hêzên Ewrupî planên xwe yên rûbirûbûna Îranê rawestandibûn, jiber bidestnexistina piştgirîya Washingtonê.
Li ber e ku Baqirî îro Sêşemê ji Lubnanê biçe Sûrîyê.
Jêder: AFP