Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Îro Bersîva Pêşnîyara YE ya Bo Vejandina Peymana Navokî Dide


Dîmeneke ji danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya 2015’an bi Îranê re, Vîyana (Arşîv)
Dîmeneke ji danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya 2015’an bi Îranê re, Vîyana (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Îranê, Husêyîn Emîr Abdullahîyan ragihand ku Îran îro Duşemê heta nîvê şevê wê bersîva belgeya dawîn ya ser vejandina peymana navokî radestî Yekîtîya Ewrupa (YE) bike.

Abdullahîyan dîyar kir ku bersîva Tehranê wê ne pejirandin ne jî redkirina dawîn ya pêşnîyara YE be.

"Me ji wan re da zanîn ku divê rêz li xalên me yên sor were girtin. Me têra xwe nermbûn nîşan da. Em naxwazin bigehijin peymanekê ku piştî 40 rojan, du meh yan sê mehan ew li ser erdê pêk neyê."

Abdullahîyan herwiha got ku di danûstandinan de sê mijar hene ku li benda çareserîyê ne û dibe ku ew di rojên pêş de ser waa xalan li hev bikin.

"Rojên pêş jibo dîtina nermbûmeke di helwesta Amerîkî ya ser mijarên kêşebar de gelek girîng in. Ger Amerîka nermbûnê nîşan nede jî, wê nebe dawîya dinê. Wê demê bo çareserîya pirsgirêkên mayî divê em zêdetir hewilan bidin û pirtir danûstandina bikin."

Danûstandinên nerasterast yên navbera Amerîka û Îranê bi navbeynkarîya YE bo 16 mehan domandin, lê bê encam bi dawî bûn.

Berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell di 8’ê Tebaxê de gotibû ku YE bo vejandina peymana navokî belgeyeke dawîn pêşkêş kiriye û li ber e ku di demeke pir nêz de her du alî jî bersîvê bidin.

Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihandibû ku Washington amade ye ku bo rizgarkirina peymana navokî, li ser bingeha pêşnîyarên YE demûdest peymaneke îmza bike.

Lê, karbidestên Îranî dîyar kiribû ku wê Tehran ser belgeya dawîn ya YE nerîn û pêşnîyarên xwe raberî YE bike.

Dîplomat û karbidestan ji Reutersê re ragihand ku Tehran û Washington pêşnîyara dawîn ya YE qebûl bikin jî nekin jî îhtîmal tuneye ew têkçûna peymanê ragihînin.

Ew bal dikşînin ku vejandina peymanê wê xizmeta berjewendîyên herdu alîyan jî bike û hevdem metirsî jî pir in, jiber ku têkçûna danûstandinên navokî wê xetera şerekî nû ya herêmî bi xwe re bîne.

XS
SM
MD
LG