Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Girîngî Neda Raporta NY Derbarê Zaxkirina Yûranyuma 27 ji Sedê


Îran girîngî neda raporeke lêkolerên Neteweyên Yekbûyî ku dibêje Tehran Yûranyûm li navendeke xwe ya navokî bipêş xistiye, çalakîyek wisa tirsa welatên Rojava derbarê zêdexwazîyên Îranê yên navokî eşkere dike.

Rapora, ku roja Înê ji alîyê Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî ve derket, dibêje hin nimûne ji navenda Fordow ya Îranê meha Sibatê hatine wergirtin ku têde rêjeya Yûranyûmê digihêje 27 ji sedî eşkere ye.

Îran ragihand ku asta dewlemendkirina Yûranyûmê 20 ji sedî ye li vê navenda ku di bin erdê de ye.

Ali Esxer Soltanîye, nûnerê Îran li Ajansa Navnetewî roja Şemîyê got, Yûranyûma zêde dewlemendkirî rotînek bû ji alîyê pisporên navokî ve dihate lêkolînkirin. Li gorî televizyona IRNA ya dewletê, Soltanîye got, ev rapor belgeyekê diyar dike ku programa Îran ya navokî aştîyane ye.

Hêjayî gotinê ye, Îran û şeş hêzên cîhanî dê careke din jibo danûstandinan meha bê li Mosko kom bibin. Roja Pêncşemê, danûstandinên wan li Bexdayê jî bi dawî bûn.

XS
SM
MD
LG