Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Pêşwazî ji Rizgarkirina 13 Masîgirên Xwe Kir


Îranê Pêşwazî ji Rizgarkirina 13 Masîgirên Xwe Kir

Îranê pêşwazî kiriye ji rizgarkirina 13 Îraniyan ji layê hêza deryayîya Amerîka ve, ku li Deryaya Ereb cerdevanan ew bi rehîn girtibûn.

Peyvdarê wezareta derveya Îranê Ramîn Mehmanparast di nav axiftinên xwe de bo telefizyona Al- Alam ya ser bi dewleta Îranê, ew rizgarkirin wek pêngavek mirovî dazanîn.

Lê ajansa nîvçe fermiya dengûbasên Îranê, Fars, pûte nekir bi wê rizgarkirinê û got ew bûyerek edetiye û mîna filmên xeyalîyên Hollywood bas diken.

Hejî gotinê ye ku ew rizgarkirin roja Pêncşemê ji layê hêzên deryayîya Amerîka ve hate kirin ku noberdariya gemeya leşkerî USS dikirin, çend rojan piştî Îranê huşdarî da wê gemiyê venegere Kendava Fars.

Hejî gotinê ye ew belema Îranê pitirî mehekê bû ku di jêr kontrola cerdevanan de bû.

XS
SM
MD
LG