Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Mafên Mirovan: 490 Xwepêşander li Îraqê Hatine Koştin


Komîsyona blind a mafên mirovan ya Îraqê ragehand, bi kêmî ve 490 Xwepêşander li Bexda û bajarên başorê Îraqê lidema nîzikî Sê mehan de hatine koştin.

Endamê komîsyonê Feysel Ebdullah got, hijmara koştiyan gehişte 490 kesan û jiwana 33 çalavan ko bi mebest bûne armanca, heweha 22 hizar kes her ji dema destpêkirina xwepêşandanan brindar bûne.

Herwesa Ebdullah da zanin, hişta 56 xwepêşander wendane piştî hatin revandin lidema bitenê 12 girtî hatine azad kirin. Eve ligor zanyarîyên komîsyonê û hikumeta Îraqê.

Xwepêşandan he ji meha 10, Bexda û bajarên başorê Îraqê dijî gendelî û nebûna derfetên karî bixewve digre ko di eger de serok wezirên Îraqê Adil Ebdumehdi dest ji kar berda.

Netewên Yekgirtî dibêje, dozên koştin û revendinê û girtînê dijê kesên çekdar hetine vekirin. Komên çekdarên ser bi Îranê ve bi koştin û tirdandina xopişanderan têne gonehbar kirin.

XS
SM
MD
LG