Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Bexdayê de Çekdarekî Heşda Şe'ibî Hate Kuştin

Arşîv: Kuştina Endamekî Heşda Şe'ibî
Arşîv: Kuştina Endamekî Heşda Şe'ibî

Li gorî çavkaniyên ewlekarî û tenduristîyê, di teqînekê de li navenda Hêzên Heşda Şe'ibî li Bexdayê, endamekî koma çekdar a Îraqî hat kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên Heşda Şe'ibî berê ragihandibû ku embarek ji cebilxaneyeke kevn teqiyaye.

Heşda Şeibî ji çend komên çekdar ên ku piranîya wan çekdarîn Şî'a mezhebin pêktê, ev hêz bi fermî tevlî hêzên ewlekarîya dewleta Iraqê bûne û çendîn komên nêzîkî Îranê jî di nav xwe de dihewîne. Lê hin komên Heşê heta niha red dikin ku çekên xwe radest bikin û tevlî artêşa dewletê bibin.

Derbarê teqîna li Bexdayê, Ragihandina Şaneya Ewlekarîyê ya Îraqî di malpera xwe ya facebookê de weşandîye ku Serokwezîr Elî Zeydî peyamek ji hêzên ewlekarî û dadwerîyê re şandîye û daxwaza lêkolîneke lezgîn û berfireh dike derbarê teqînê û sedemên wê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG