Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Talebanî û Barzanî bi Îtîlaat û Pasdarên Îranê re Civiyan


AFP: Talebanî û Barzanî bi Îtîlaat û Pasdarên Îranê re Civiyan

Li gor Ajansa Nûçeyên Fransî (AFP) Serokê Îraqî Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi berpirsên ajansa sîxurî ya Îranê û Hêza Qudis ya ser bi Supahê Pasdaran re kom bûn jibo encamdana gotûbêjan li ser qeyrana siyasî ya Îraqê.

AFP radigihîne ku Serdar Mecîdî, cîgirê komandarê Hêza Qudis serokê şanda Îranî bû ku bi Talebanî û Barzanî re civiyan.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Yasîn Teha berpirsê beşê Îraqê li rojnama Awêne li Silêmanî piştrast kir ku rêberên Kurd bi karbidestên Îranî re kom bûn.

Birêz Yasîn dibêje, Îran piştgîriya hikûmeta Nûrî El Malikî dike li Îraqê û naxwaze ku qeyrana siyasî ya Îraqê aloztir bibe. Wî herwiha got ku têkeliyên Îranê bi Îraqê re ne bitenê têkeliyên siyasî û diplomatîk in, lê belê herwiha têkeliyên leşkerî û îstîxbaratî ne.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Yasîn Teha re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG