Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqî Dixwazin Leşkerîya Amerîkî Vekêşe


Alîgirên Muqteda El Sadr di xwepêşandana dijî Amerîkayê de xwane dibin. Gulan, 26, 2011.
Alîgirên Muqteda El Sadr di xwepêşandana dijî Amerîkayê de xwane dibin. Gulan, 26, 2011.

Bi hezaran piştevanên meleyê dijî Amerîka, Muqteda El Sadr derketin kolanên Bexdayê û dixwazin hêzên Amerîkî heta dawîya vê salê ji Îraqê derkevin.

Tê ragihandin xwenîşander sloganên dijî Amerîkayê qerîyan û alayên Amerîkî, Britanî û Îsraîlî avêtin bin lingan, ku li erdê hatibûn boyax kirin.

Xwepêşandana girseyî ya Pêncşemê di demeke de hat ku karbidestên Îraqê gotûbêjan dikin, li ser zêdetir waxt mayîna hêzên Amerîkî li Îraqê.

Demeke zûtir ya vê mehê, Serokêwezîr Nurî El Malikî bang li rêberên sîyasî kirîbû ku li wan bişewire, hikûmeta wî mayîna hêzên Amerîkî bike yan ne. Malikî li meha Nîsanê gotibû ku Îraq jibo ewlekarîya navxweyî ne hewceyî alîkarîyê ye, lê dibe ku pêdivîya alîkarîya bo ewlekarîya dervayî be.

Nêzîkî 45.000 hêzên Amerîkî vê gavê li Îraqê ne û piranîya wan di karên şîretvanîyê de dixebitin.

XS
SM
MD
LG