Çavkaniyeke ewlkarîyê gote ajans Nûçeyan ya Fransî AFP bingeha leşkerî li firîngeha Bexda ku hêzên Amerîkî û yên navnetwî lê dimînin bûye armanca 2 mûşekan, êvariya roja Yekşemê êrîş pêkahtiye.
Çavkanî dide zanîn ku rêgiriya yek ji wan mûşekan hatiye kirin bi riya mûşekên berevaniya esmanî yên ji cûreyê C-RAM û topên hawen yên Amerîkî ku li wêderê belav kirine jibo bervaniya hêzên xwe li Îraqê.
Ajansa Reuters ji aliyê xwe ve daye zanîn ku heta niha ziyanên giyanî nehatine ragihandin û raportan behsa ziyanên madî jî nekirîye û ti aliyekî êrîşa mûşekan negirtîye ser xwe. Lê goman li ser milîtanên Şîa yên alîgirên Îranê heye.
Çavkaniyan daye diyarkirin ku yek mûşek ji wan bi bingeha Victoria ketiye ku bingeheke hêzên leşkerê Amerîkî lê dimînin.
Ji hejî bîrxistinê ye ku berdewam bingehên leşkerî yên li Îraqê rastî êrîşên mûşekan tên, her tim grûpên çekdar yên Îraqî ku aligirên Îranê ne bi wan êrîşan tên tawanbar kirin.