Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Townsend: Em Hêzên Xwe li Îraqê Kêm Nakin


Fermandarekî hêzên Amerîka ragihand ku, ew hêzên xwe li Îraqê piştî rizgarkirina Mûsilê kêmtir nakin, dîsan dibêje, herçende bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞ'ê hatîye rizgarkirin lê şer li Îraqê hêjî bidawî nebûye.

Generalê leşkerê Amerîkî Stephen J. Townsend fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyê doh roja Sêşemê got "Bidawîbûna vî şerî hêjî gelek dûre, ez di demek nêzîk de nabînim ku em hêzên xwe li Îraqê gelek kêm bikin, jiber ku hêjî karekî mezin li pêşîya Îraqîyan û hêzên hevpeymana heye".

Fermandarê Amerîkî herweha got, hevpeyman dê hêj pitr alîkarîya Îraqîyan bikin li dij çekdarên DAIŞ'ê, di warê alîkarîya lêgerîn û êrîşên esmanî ewê destekê bidin hêzên ewlekarîya Îraqê.

Rizgarkirina Mûsil nayê wateya DAIŞ li Îraqê bidawî bûye, heta niha hin cih û bajarok yên weke Tala'fer û Hewêce li jêr kontrola çekdarên DAIŞ'ê dane.

Serok wezîrên Îraqê Haider Abadî roja Duşema bûrî rizgarkirina Mûsil ji çekdarên dewleta Îslamê DAIŞ'ê ragihand bû, dabû zanîn ku, rizgarkirina Mûsil derba herî mezine bi DAIŞ'ê ketî, ji dema berî 3 salan dewleta Xîlafetê li Îraqê hatî ragihandin heya niha.

XS
SM
MD
LG