Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq Ji Hewildanên Serok Trump yên Deranîna Navê Iraqê ji Lîsta Qedexê Kêfxweşe


Roja Çarşemê ajansa Reuters ji Bexda radigihîne ku hikûmeta Iraqê kêfxweşya xwe diyar dike, li hember biryara serok Trump ya deranîna navê Îraqê ji lista 7 welatên qedexeya hatina nav axa Amerîka ku tê çaverêkirin roja çarşemê derkeve.

Hikûmeta Îraqê di daxûyaniya ku îro weşandiye dibêje "ev pêngavek giring bû liser riyek rast hatî avêtin, ev dê têkiliyên hevpeymaniyek steratîjî ya di navbera Washington û Bexda de, di gelek waran de xûrt bike, li pêşiyê di warê şerê li dij terorê de".

Çavkaniyekî Qesra Spî radigihîne ku tê çaverê kirin îro roja Çarşemê serok Trump biryarek nû ya cî bicîkar îmze bike ya ku, dê derbarê hurgiliyên qedexeya seferkirinê ya xwecihên 6 welatên ku, piraniya wan musilmanin hête weşandin û navê Îraqê ji lîsta navên wan welatên hête hilandin.

Wek tê zanîn li dawiya kanûna paşîn serokê Amerîka Donald Trump jibo rêgirtina li hatina terorîstan bû nav axa Amerîka biryarek cî bicîkar derkir bû, navê Îraqê jî di nava lîsta 7 welatan de bû, ev bûbû cihê alozîyek mezin li seranserî Amerîka, lê tê çaverêkirin ku, îro serok Trump navê Îraqê ji nav lîsta wan welatan derbîne û birayrê bi şêwek nû Îmze bike.

XS
SM
MD
LG